Erbil 38°C Thursday 12 Feb 18:01

Serok Barzanî: Bi ti awayî nikarîn dengê gelê me qut bikin

îro 43 mîn salvegera şoreşa Gulanê ye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta 43mîn salvegera şoreşa Gulanê peyamek weşand.

Serok Barzanî bi minasebeta 43mîn salvegera şoreşa Gulanê peyameke weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Yek ji bîranînên bi rûmet yên meha Gulanê, salvegera destpê kirina şoreşa Gulana pêşketin xwaze, şoreşek ku berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû dijî sîtem û dagîrkariyê.

Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîng ya berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû ku ev peyam bi eşkere ragihand ku plangêrî,  nepakî,  agir û hesin nikarin dengê gelê me qût bikin û me neçar bikin dest ji azadîxwazî û mafên xwe yên rewa berdin.

 Eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibe, dîsa gelê me xwe naçemêne û bi îradeyekî polayîn dijî dagîrkariyê radiweste û mafên xwe yên rewa bidest tîne.

Bi minasebeta çil û sêyemîn salvegera şoreşa Gulanê, silav ji bo hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştîmanperwerên bindestiyê red kirin re dişînîn û westandin û koçberiyê hilbijartin û qurbaniyê dan û li kêmtirîn demê da şoreşê hilgîrsandin.

Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Gulan û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Silav li xweragirî û azayetiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.

Di vê salvegerê da wê yekê dûpat dikîn ku îradeya gelê Kurdistanê bihêze û ji bilî hebûna plangêriyê, lê belê bi îradeyekî bilindtir ji berê têdikoşê ji bo pêkanîna mafên rewayên xwe û berdewamiyê li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê dide.

Mesûd Barzanî

25.05.2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.