Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 18:06

Balefirên Tirkiyeyê deşta Hêrtê bordiman kirin

bordiman kirina deverên sînorî didome
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê de, bi tundî deşta Hêrtê û derdor bordiman kirin.

Li gor jêderên li deverê, balefirên şer yên Tirkiyeyê duhê êwarê bi tundî çiya, zozanên ser bi deşta Hêrtê û deşta Hêrtê bo xwe bordiman kirine.

Herwiha hate zanîn ku geliya Kewert ya li Xakûrkê jî ji aliyê balefirên şer ve hatiye bordimankirin.

Weke tê zanîn ku artêşa Tirkiyeyê bi awayekî rojane bi hinceta hebûna endamên PKKê deverên sînorî yên başûrê Kurdistanê bordiman dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.