Zarîf: Şandina hêzên Amerîka bo deverê li ser aştiya cîhanê metirsiye

dibêje lazime Amerîka hêzên xwe vekêşe
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf di dema serdana xwe ya bo Bexdayê de diyar kir ku şandina hêzên Amerîkî bo deverê metirsiyeke gelek mezine bo ser aştiya cîhanî.

Zerîf di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan ya IRNA yê re gotiye ku Amerîkî dixwazên bi wan pêngavên xwe rewayetî bidin siyasetên xwe yên li deverê û aloziyên heyî yên li deverê zêdetir bikin.

Zerîf eşkere kir ku zêde bûna hêzên Amerîkî li devera me bi taybetî li kendavê pêngaveke gelek metirsîdare.

Weke tê zanîn ku Amerîka biryar daye hêzeke din bişîne deverê û ew yek jî bûye cêyê dilgiraniya Îraniyan, duhê jî wezîrê derve yê Îranê dema serdana xwe bo Bexdayê ev yek bi eşkere anî bû ziman.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.