Di destpêka vê mehê de civata şaredariya Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê bo guhertina navê parêzgeha xwe û wegerandina navê Kurdî ya parêzgehê, civînek lidar xist û di civînê de bi piraniya dengan, civata şaredariyê, biryarek pejrand.
Li gor biryarê, civata şaredarî, navê Tûncelî guhertiye û navê Kurdî yê Dersîmê vegerande ser şaredariya xwe û di şûna şaredariya Tûncelî de nivîsand Şaredariya Dersîmê.
Lê rojek pişî helwasîna tabelaya Dersîmê li ser şaredariyê, parêzgarê Dersîmê li dijî vê pêngavê doz vekir û duhê jî dadgeh li ser dozê biryar da û dadgeh di biryara xwe de nivîsandiye ku navbe nav were guhertin û lazime navê Tirkî her bimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin