Erbil 38°C Thursday 12 Feb 18:01

Li Kerkûkê 7 kes canê xwe ji dest dan

yek ji wan polîse
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji deverê, dema cotkar û hêzên hawar hatine, xwestine hevkariya wan cotkaran yên ku agir bi çandiniyên wan ketine bikin, bombe bi wan re teqiyane û di encama wan teqînan de bi giştî 7 kes canê xwe ji dest dane.

Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji teqînan li nêzî gundê Ereb Koyî ya li Daqoqê pêk hatiye û di encam de polîsek canê xwe ji dest daye.

Teqîna dudiyan jî li nêzî devera Ebasiye ya li Hewîceyê pêk hatiye û di encama teqîna bombeke vedayî de 6 cotkar canê xwe ji dest dane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.