Li gor çapemeniya Îranê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf pêşniyarek pêşkêşî welatên Erebî yên Kendavê kiriye.
Li gor çapemeniya Îranê Zerîf daxwaz ji welatên Erebî yên Kendavê kiriye daku bihev re peymana dijayetî nekirina hev û du îmze bikin.
Di peyaman ku Zerîf behsa vê dike, ti aliyek dijatiya aliyeke din nake û şerê aliyê din nake.
Zerîf herwiha eşkere kiriye ku Îran dixwaze têkiliyên xwe yên bi welatên kendavê re bigehîne asta herî baş jiber vê yekê dixwaze peymana han li gel wan îzme bike.
Hêjayê gotinê ye ku berê Îran hertim welatên Erebî yên kendavê bi bindest û karmendên Amerîkî tawanbar dikir lêbelê piştî gefên Amerîkayê yên bo lêdana Îranê, Îran siyaseta xwe ya li hember welatên kedavê guhertiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin