Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayêyê li Îraqê Ramon Blecua kir.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Ramon Blecua li ser rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Yekîtiya Ewrûpayê giftûgo kirin û Mesrûr Barzanî hevdem li gel balkêşandine ser rewşa giştî ya deverê û rewşa siyasî ya Îraqê, behsa hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kir û hêviya vêyekê xwest ku civaka cîhanî bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê roleke ektîftir bilîze.
Di berdewamiya civînê de balyozê YE piştgîriya YE bo pêngavên hikûmeta Kurdistanê diyar kir û amade bûna YE y abo hevkarîkirina Kurdistanê di warê reforman de diyar kir.
Ramon Blecua di dawiya axaftinên xwe de hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin