Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera pasdarên Îranê û çekdarên nenas de şer derket û di encam de pasdarek hat kuştin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê li gundê Sêgirka yê bajarokê Çaldiran yê Rojhilatê Kurdistanê, ku nêzîkî sînorê Bakûrê Kurdistanê ye, şerekî giran di navbera pasdarên Îranê û komek çekdarên nenas de ku tê gotin pêşmergeyên partiyeka Rojhilatî bin, derket.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên nêzîkî pasdaran ve hatine belavkirin, di wî şerî de herî kêm pasdarekî bi navê Îbrahîm Axondzade hatiye kuştin lê nayê zanîn ji wan çekdaran kuştî yan jî birîndar hebûye yan na.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin