Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, şeva derbasbûyî li sînorê nêzî Pîranşar ya li Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê yên Îranê êrîşî ser kolberên Kurd kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşa han de hijmarek kolber hatine kuştin û birîndar kirin lêbelê heta niha cenazeyê du ji wan kolberan hatine vegerandin.
Jêder behsa vê yekê kirine ku yek ji wan kolberên ku hatine kuştin xelkê Mehabad û ewê din jî xelkê Serdeştê ye.
Derbarê jimara rast ya kuştî û birîndaran de, jêder behsa vê yekê kirine ku karwana kolberan yaku rastî êrîşî hatiye gelek qerebalix bûye û jiber zextên hêzên rejîmê heta niha hijmara rast ya kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin