Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 18:07

Cewad Zerîf telefûna Nêçîrvan Barzanî kir

dibêje ez gelek kêfxweşim
کوردستان TV
100%

Duhê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi rêya telefûnê li gel Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û jiber hilbijartina wî bo Serokatiya Kurdistanê pîrozbayî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Cewad Zerîf eşkere kiriye ku Îran hêvî dike di dema Serokatiya Nêçîrvan Barzanî de têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê zêdetir pêşde biçin.

Serokê Kurdistanê jî jiber telefûna wî spasiya wezîrê derve yê Îranê kir û aniye ziman ku Kurdistan jî dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Îranê bihêztir bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.