Duhê cîhadiyên koma Hemzat yaku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgîrîkirin, êrîşî ser gundê Kokanê ya li nêzî Efrînê kirin û xwestin dest deynin ser xaniya şêniyekî gundê.
Lê belê şêniyên gundê bihevre li dijî êrîşa cîhadiyan rawestan û rê nedan ku cîhadî xaniyê şêniyê gundê dagîr bike.
Piştî vê bûyerê hijmareke zêde cîhadî gundê Kokanê dorpêç kirin û zextên xwe bo ser şêniyên gundê zêdetir kirine.
Her di çarçoveya vê bûyera han de cîhadiyan xudiyê xaniyê refandine û gelek eşkence lê kirine û gole li ser şêniyên gundê rewşandine û di encam de herî kêm 7 kes birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin