Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 20:05

PDK: YNK pêbendî rêkeftinê nebû

dibêje YNK bêyî agehdar kirina me ji civînê vekêşaye
کوردستان TV
100%

Duhê piştî bi dawî hatina civîna civata Serokatiya PDKê peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed di presskonferansekê de balkêşande ser çend xalan.

Mehmûd Mihemed derbarê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de diyar kir ku PDK û YNK derbarê ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê û herwiha diyar kirina Parêzgarek bo Kerkûkê lihev kiribûn û li gor rêkeftinê desthilat bi Serok Barzanî û Kosret Resûl hatibû dayîn daku kesek weke Parêzgar diyar bikin.

Mihemed anî ziman ku di dema dengdana parlementoya li ser berbijêran bo postê Serokatiya Kurdistanê, bêyî ku me agehdar bike YNK ji civînê vekêşa û pêbendî rêkeftina taybet bi Kerkûkê jî nebû.

Nav hatî di beşeke din ya axaftinên xwe de derbarê dema ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kudistanê de jî got: Me weke PDKê biryar li ser demeke diyar kirî bo ava kirina kabîneya nû daye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.