Duhê parlementoya Îraqê şandek ku ji andamên komîteya ewlekariya parlementoyê pêk hatibû şande Kerkûkê.
Armanc ji şandina komîteya han lêkolîn kirin li ser rewşa Kerkûkê bi taybetî teqînên şeva pêncşemê bû.
Şanda komîteya ewlekariyê piştî serdana xwe ya bo Kerkûkê, di presskonferansekê de ragihand ku, li gor dîtinên wan yên li Kerkûkê û herwiha li gor zaniyariyên ku ji aliyê şêniyên Kerkûk û çavkaniyên din yên li vê bajarî ji wan re hatine dayîn, terorîstên DIŞIê lêv û tevgerên xwe li Kerkûk û derdorê zêde kirine.
Şanda komîteyê eşkere kiriye ku niha rewşa Kerkûkê gelek aloze û şêniyên bajarê nikarin bi awayekî normal jiyana xwe ya rojane derbas bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin