Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 20:01

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdarim ev cejn bibe wesîleya yekrêziyê

hêviya yek rêziyê bo gelê Kurdistanê dixwaze
کوردستان TV
100%

Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê, di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanan kir. Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî û aştiyê.

Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde dibêje, bi helkefta hatina Cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahî destpêkê li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkirî û Pêşmergeyên qehreman û paşê li hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq, cîhan û rewenda Kurdistanê li derveyê welat dikim.

Nêçîrvan Barzanî hêvî dike ku ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî, aştî, aramî, berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê, erk û berpirsyariya xwe li beramber gel û niştiman bînin cih.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî dike ku hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê cejn, bîranîn û helkeftên siberojê bi saya kûrbûna zêdetir a çanda bihevre jiyan, tebayî, pirengî, aramî, avakirin, pêşketina berdewam û di nav jiyaneke baştir de pîroz bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.