Îro duyem roja cejna Remezanê, li devera Pirdê agir bi genimên Cotkarên Kurd hate berdan û diencam de rûbereke gelek zêde ji genim û çandinên cotkarên Kurd yên li deverê hatin şewtandin.
Heta dema amade kirina vê nûçeya han agir berdewame û tê gotin ku heta niha zêdetir ji 4 hezar donim genimên cotkarên Kurd hatine şewtandin.
Weke tê zanîn ku gef kirin li welatiyên Kurd û şewtandina mal û milkên han li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê berdewame û heta niha hikûmeta Îraqê jî li ser vê mijarê ti gavek neavêtiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin