Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:59

Hêzên rejîmê bi dehan hespên kolberên Kurd kuştin

dest danîne ser tiştên kolberan jî
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, şeva erefeya cejna Remezanê, hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê, dîsa êrîşî ser kolberên Kurd kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di erîşa han de yaku li nêzî Pîranşarê pêk hatiye tiştek bi ser kolberan nehatiye lêbelê hêzên rejîmê bi zanebûn gole li ser hespên wan reşandine.

Jêder tekez li ser vê yekê dikin ku di encama êrîşa han de bi dehan hespên kolberên Kurd hatine kuştin û çekdarên rejîmê jî dest danîne ser tiştên kolberên Kurd.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.