Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:59

Konfransa salane ya FKKN destpê kir

vê çend rojan bidome
کوردستان TV
100%

Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrge Rûsya yê dest pê kir.

Di civînê roja yekmîn de endamên Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsya yê, Rûsya yê (bajerên curbecur) beşdar bûn.

Rojeva civînê ji mijarên jêrîn pêk hat:

- Pirsgirêka Kurda di rojeva sedsala 21 ê de.

- Pirsgirêkên Kurdên Sovêta Berê wek gelê surgunkirî. Sazkirina komîteyekî ji bo çareserkirinê wan pirsgirêkan.

- Teyîdkirina endamên rêveberiyê û parvekirinê erkan.

- Tesdîqkirinê Bernameya FKKN.

- Amadekirina Foruma Ciwanan.

- Amadekirina Komîteya Jinan.

- Ji bo astengkirinê asîmîlasyonê, pêşxistinê karên çandî û perwerdeyî.

- Amedekirinê wasîteyên perwerdeyî ji bo dûrvehînbûnê zimanê Kurdî.

- Derbarê karên FKKN li babetê hevkariya diasporên dîtir ve.

- Amadekirinê komîsyonekî ji bo lêkolînê dîroka Kurdên Kavgazya yê û Sovyeta Berê bi giştî.

- Bangawaziyê lidêrên cihanê re, di derbarê dagirkirinê Kerkuk, Şengal û Efrînê de.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.