Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, zext û zilimên Tirkiye û cîhadiyan yên li dijî Kurdan li Efrînê dest pê kirin û hîn jî ev zext û zor didomin.
Yek ji wan zilimên ku Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrîniyan dikin, derxistina wan ji mal û milkên xwe û dagîrkirina mal û milkên wane.
Ji roja yekem ya dagîr kirina Efrînê heta niha Tirkiye hijmareke gelek zêde Tirkimen û malbetên cîhadiyên Qefqasî li Efrînê di nava xanî û cîhên Efrîniyan de bicîh kiriye.
Hinek jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha herî kêm 64 hezar kes yên ku piraniya wan Tirkimanên deverên din yên Sûriyeyê ne, ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê di nava xaniyên Krudan de hatine bicîhkirin.
Ji aliyeke din ve Tirkiye di debistanên Efrînê de zimanê Tirkî hînî xwendekaran û li bajarê jî zimanê Kurdî qedexe kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin