Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 22:54

Wezîrê derve yê Japonê pîrozbayî li Serokê Kurdistanê kir

dibêje Japon berdewam dibe li ser hevkarî kirina gelê Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Duhê wezîrê derve yê Japonê Taro Kono nameyeke pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Taro Kono di nameya xwe de  hêviya serkeftinê bo Serokê Kurdistanê û herwiha hêviya geşekirina zêdetir û aramiyê bo Kurdistanê xwestiye.

Kono di beşeke din ji nameya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku Japon dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike.

Kono piştgîriya berdewam ya welatê xwe jî bo gelê Kurdistanê diyar kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.