Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 01:09

Humam Hemûdî pîrozbayî li Serokê Kurdistanê kir

hêvî dike Kurdistan zêdetir pêş bikeve
کوردستان TV
100%

Duhê Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Humam Hemûdî nameyeke pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Humam Hemûdî di nameya xwe de eşkere kiriye ku kêfxweşe bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokatiya Kurdistanê û pir bidil pîrozbayî li vî dike.

Hemûdî hevdem li gel vê yekê ku daxwaza serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî kiriye, hêvî xwestiye ku hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokatiya Kurdistanê bibe derfetek bo serxistina prosesa siyasî û demokrasî li Îraqê û derfeteke beş be bo yek xistina nav mala Kurd û Îraqê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.