Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 01:09

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê hevkariya aborî û geşepêdana Almanyayê kir

behsa rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanyayê Martin Jäger û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ragihand, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DIŞIê de gelek bi bandor bûye.

Her di vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, kêfxweşiya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.