Roja du şemê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê nû yê Amerîkayê yê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Amerîka li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Balyozê nû yê Amerîka jî pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya pêkanîna aramî û çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina dostayetiya di navbera Kurdistan û Amerîka de hebû. Her wiha hewlên Serok Barzanî ya ji bo baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bilind nirxand û ragihand ku welatê wan wiha pêşbînî dikin ku baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda xizmet bi berjewendiya her dû aliyan û aramiya Iraq û navçeyê de dike.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û pêşveçûna proseya siyasiya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.
Gefên hizra radîkal ya terorîstên DIŞIê, çawetiya rûbirûbûna DIŞI û nehiştina wê mijarên din yên vê civînê bûn ku li ser wan giftûgo hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin