Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 03:19

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê nû yê Amerîkayê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê kir

Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û piştgiriya Waşintonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin anî ziman. Nêçîrvan Barzanî jî spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de bo Herêma Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya civînê, îro şemiyê 15ê Hezîrana 2019an Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller tevî pîrozbahiya li Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya Waşintonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin aniye ziman û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bilind nirxandiye, herwiha kêfxweşiya xwe ji bo pêngavên baştirbûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Matthew Tueller kiriye ji ber wergirtina posta Balyozê Amerîkayê li Iraqê û hêviya serketinê ji bo wî xwestiye di karên wî de, hemû alîkariyên Herêma Kurdistanê, ji bo serxistina karên wî nîşan daye. Herwiha spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de ji bo Herêma Kurdistanê û nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê kiriye û amaje bi wê yekê daye ku pêngavên ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr – Bexdayê berdewam in û tekezî li hevkariyên hevpeymanan bi taybetî yên Amerîkayê di warên reformên Herêma Kurdistanê û bi giştî Iraqê de kiriye.

Di beşeke din a civînê de proseya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa deverê bi giştî hatiye gotûbêjkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.