Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser zirarên ku gihaştine zeviyan bi 19 milyar lîreyên Sûriyê nirxand. Herwiha miqdara zirarên ji ber şewatan eşkere kir û sedemên wê vegerandin 3 sedemên sereke.
Bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewatên mezin di nava zeviyên şêniyan de çêbûn. Van şewatan gelek ziyan dan cotkaran. Rêveberiya Xweser şewat bi zanabûn wesifand û got armanca şewatan têkbirina aboriya herêmê û afirandina atmosfera ne baweriyê di navbera Rêveberî û şêniyan de ye.
Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê rûbera zeviyên ku ji 16`ê Hezîranê ve û heya niha şewtîne derdora 40 hezar û 860 hiktar e.
Serjimariya şewatan li herêmê wiha ye; herêma Cizîrê 34 hezar û 600, herêma Firatê 2 hezar û 450, Tebqa hezar û 800, Reqa hezar û 500, Dêrazor 350 û Minbicê 110 hiktar in.
Her wiha hezar û 650 turik jê hezar û 500 li Tebqa û 150 li Dêrazorê şewitîn.
Tevî ku 2 hezar dar jê 500 dar li herêma Firatê û hezar û 500 li Tebqayê, 3 alavên çandiniyê ( 2 patoz û tirektorek) û malek li herêma Cizîrê şewitîn.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xezîm ji ajansa me re diyar kir ku ew zirarên ku gihaştine 19 milyar lîreyên Sûriyê dinirxînin.
Emel got: “Ne tenê zirarên madî çêbûn,7 kes ji hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û şêniyan dema hewl didan şewatan vemirînin jiyana xwe ji dest dane. Heman demê de bi dehan kes birîndar bûne.”
Emel diyar kir ku gelek sedemên şewatan hene û wiha pê de çû: “Desteyê, şewatên ku çêbûne bi sê cureyan sinifandin; bi zanabûn, rewşa hawayê û şaştî."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin