Îro Serokê Minbera Îraqê Eyad Elawî serdana Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Di civînê de Eyad Elawî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di civînê de Eyad Elawî piştgîriya xwe û minbera Îraqî bo Nêçîrvan Barzanî diyar kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî spasiya Eyad Elawî kir û pişt re her du alî behsa rewşa Îraq û Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên han bi diyalog û danûstandinê kir.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin