Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê PDK yê pîwerdarkirî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, vê îro li gel hin aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê bicive.
Biryare Mesrûr Barzanî îro serdana aliyên Tirkiman û Mesîhî bike û li dor ava kirina kabîneyê û postên wan pêkhateyan di nava kabîneyê de giftûgo bike.
Mesrûr Barzanî hefteya derbasbûyî serdana Silêmanî kiribû û li gel çend aliyên ku biryar dane di kabîneyê de beşdar bin, civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin