Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 08:18

Barzanî: Em hêvîdarin karê baş bi kompaniyên Amerîkayê re bikin

behsa girîngiya rêkeftinê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê li merasîma rêkeftina Yekîtîya Odeya Baziraganîya Herêma Kurdistanê û Odeya Bazirganîya Amerîkayê de gotarek pêşkeş kir. Herdu odeyên bazirganiyê îro li Hewlêrê protokoleke kar îmze kirin ku kompaniyên herî mezin ên Amerîkayê jî tê de cî digirin.

Barzanî di merasîmê de bal kişand ser ku niha qonaxa piştî DIŞIê ye, kompaniyayên Amerîkayê dikarin di warên cuda de veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û wiha axivî:

“Spasîya kompaniyên Amerîkayê dikim ku berê di qonaxên dijwar de, em bi tenê nehêlan. Niha Herêma Kurdistanê wê yekê ji bîr nake û hemû sanahîyekê dike bo veberhênerên Amerîkayê.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekezî li ser encamdana çaksazîyê û rûbirûbûna gendelîyê  kir û got: “Bi hemû awayekî piştevanî û diltenahiyê didin veberhêneran û mafên wan dê biparêzin.”

 Barzanî li ser pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir ku ew hewl didîn qonaxeke nû ji peywendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bikin û got, “Divê herdu alî mifayê ji şaşîyên berê wergirîn. Herdu alîyan vîyana çareserkirina arîşeyan hene û hewlên cidî jî bo vê yekê dane.”

Serok Barzanî wiha pê de çû: “Di demeku ku Jûra Bazirgnîya Amerîkayê mezintirîn rêxistina cîhanîye û nûneriya 30 milyon kompanyayên qebareyê cuda li seranaserê cîhanê dike û zêdetir ji 100 nivîsîngehan wê heye. Em hêvîdarin di ayînde de karên baş bi hev re bikin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.