Li gor peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekan duhê danê êwarê balefirên artêşa Tirkiyeyê demeke dirêj li ser asmana deverê zivirîne û pişt re dest bi bordiman kirina deverê kirine.
Peyamnêrê me eşkere kir ku duhê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên pkkê li deverê, gundê Bêrkim û derdorê bi tundî bordiman kirine.
Di encama bordimana han de agireke mezin bi eraziyên gundê ketiye û piştî rawestandina topbaranê şêniyên gundê karîne agirê vemirînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin