Li Dihukê, agir bi kampeka penaberên êzîdî ket û zirar û ziyanên madî gehêştine penaberan.
Îro danê nîvro agir bi kampa Şariya ya Dihukê ket û li gor zaniyariyan di encama vê bûyera han de 7 kon (çadir)ên penaberan li gel du tirimbêlên wan hatine şewitîn.
Li gel qewmîne bûyerê dem lidest hêzên hawar hatinê gehêştine cêyê bûyerê û karîne agirê bilez vemirînin.
Kempa şariya ya penaberan li parêzgeha Dihukê ye û piraniya nîştecîhên kempê Kurdên Êzidîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin