Îro ajansa nûçeyan ya Sûriyeyê (SANA) belav kir ku duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên li Sûriyeyê kirine.
Li gor ajansê balefirên Îsraîlê êrîşî çend navendên leşkerî yên li taxên derdorê Dîmeşqa Paytext û navendên leşkerî yên li Himsê kirine.
Ji aliyeke din ve rejîma Sûriyeyê dibêje di encama wan êrîşan de welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, lêbelê diyar nekiriye ka gelo welatiyên sivîl bi taybetî zarok di nava navendên leşkerî de çar karê wan hebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin