Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 10:47

NY piştgîriya bernameya hikûmeta nû ya Kurdistanê dike

behsa rewşa giştî ya Îraqê jî kirin
کوردستان TV
100%

Îro sêşem Berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî bi Serokatiya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa Îraq û deverê, giftûgo li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa deverên taybet bi madeya 140 ya destûra Îraqê û çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî balkêşande ser rola NY ya bo çareser kirina kêşeyên heyî, weke normal kirina rewşa Kerkûkê û avedan kirina ev deverên ku jiber şerê dijî terorîstên DIŞIê rastî zirarê hatine û ragihand ku lazime prosesa han ji aliyê NY ve were çavdêrî û kordînekirin.

Di beşeke din ya vê civînê de nunera taybetî ya Sekretera NY ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kêfxweşiya xwe li hember pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, pêşdeçûnên heyî yên li têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û ragihand ku NY piştîvaniya bo hewildan û benameya hikûmeta nû ya Kurdistanê di warê reform û çareser kirina kêşeyên heyî de diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.