Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 10:47

Serokê herêmê û Serokwezîr beşdariya ahenga roja nîştimaniya Amerîkayê kir

aheng duhê li Helwêrê hatibû organîzekirin
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma Roja Niştimanî ya Amerîkayê bûn.

Îro çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd beşdarî merasîma Roja Niştimanî ya Amerîkayê bûn, ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller û gelek berpirsên hikûmet û partiyan û kesayetên Kurdistanê amade bûn.

Roja 2ê Tîrmeha 1776an Kongreya Parzemînî ku ji nûnerên 13 eyaletên Amerîkayê pêk hatibûn, ragihandin ku ew 13 eyalet dibin welatekî yekbûyî û roja 4ê Tîrmeha heman sal, serxwebûna Amerîkayê li Brîtanyayê ragihandin. Roja 4ê Tîrmehê li Amerîkayê betlaneya fermî ye û cejneke niştimanî ya Amerîkayê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.