Di encama topbaran kirin û bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê kopter û balefirên artêşa Tirkiyeyê ve, agir bi sedan domin daristan û eraziyên deverên sînorî yên Kurdistanê ketiye.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê li devera Sîdekan eşkere kirine, jiber bordiman û topbaran kirina devera Xakûrik, dola Bêsibok, qontarên çiyayê Dilê, Leylikan û deşta Hêrtê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, agir bi sedan domin daristan û eraziyên wan deveran ketiye.
Hate zanîn dema şêniyên deverê xwestine agira han vemirînin, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve êrîşî ser wan hatiye kirin, şêniyên wan deveran behsa vê yekê dikin ku jiber tirsa bordiman û êrîşên leşkerên Tirk nikarin agirê vemirînin û daristanên wan deveran hîn jî dişewitin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin