Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi awayeke taybet spasiya Kabîneya Heştem û wezîr û serokên desteyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrên kabîneya Heştem civîya ku ew bi xwe serok wezîrê wê kabîneyê bû û di gotarekê de de, spasîya tevaya wezîr û karmendên hikûmetê kir ku di demeke dijwar de wan xizmeta gel û welat kirin. Herwaha di tora xwe ya civakî de jî wêneyek belav kirîye li gel wezîrên kabîneya Heştem û nivîsîye: Spasîya endamên Kabîneya Heştem û tevaya karmendên hikukumeta Herêma Kurdistanê dikim ku di demekî gelek dijwar de xizmet kirin.
Di gotara xwe de jî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tekez kir li ser piştîvanîya xwe bi temamî bo Mesrûr Barzanî ku erkdar kiriye bo pêkanîna Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragehand: Ez bawerim ku Mesrûr Barzanî dikare vê erka dijwar bi başî birêve bibe.
Herweha li ser peywendiyên Herêmê û Bexdayê Nêçîrvan Barzanî got: Em çaverê peywendîyeka baştirîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de û peywendîyên me li gel Bexdayê ber bi qonaxeka nû diçin.
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku Hewlêr dixwaze hemû pirsgirêkan li gel Bexdayê bi rêya destûra Iraqê ve li gel Bexdayê çareser bike.
Serokwezîrê berê yê hikumeta Herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê yê nû Nêçîrvan Barzanî, sê wêne di tora civakî ya İnstagramê de belav kir û nivîsîye: Spasiya endamên Kabîneya Heştem û tevaya karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku di demekî gelek dijwar de xizmet kirin.
Herweha nivîsandiye: Hemû piştîvanîyekê li serokwîzrên dem nû û kabîne ya nû dikim, Xweda Kurdistanê biparêz e.
Di dema çar salên borî de, ku dema Kabîneya Heştem a hikumeta Herêma Kurdistanê bû, ji bilî şerê DIŞIê û krîza darayî, hejmareka mezin ji penaberan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin