komxebata navdewletî ya der barê DIŞIê de bi encamnameyê bi dawî bû.
Beriya çend kêliyan komxebata navdewletî ya girêdayî DIŞIê bi xwendina encamnameya komxebatê bi dawî bû. Komxebat bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînênb Stratejîk li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo sê rojan dewam kir. Di van rojan de terora DIŞIê ji gelek aliyan ve siyasî, leşkerî, aborî, çandî, olî ve, bandora wê li ser jinê, rola jinê di tinekirina terorê de û awayên rêgirtina li pêşiya vejandina wê hatin nîqaşkirin.
Encamname bi kongreyeke çapemeniyê ji aliyê rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Leyla Resûl ve hate xwendin
Di encamnameyê de beşdaran rola YPG, YPJ û QSD`ê di tinekirina terorê de ji aliyê erdnîgarî û meydanî ve bi desteka hêzên Koalîsyona Navdewletî silav kirin. Her wiha pesna ewlehiya ku li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serwere dan.
Daxuyanî wiha ye:
"Wek rêveberiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, di dema ku em spasiya tevahiya beşdarên komxebatê û pêşniyarên ku pêşkêş kirine dikin, em van pêşniyaran radikin raya giştî. Ev pêşniyar ji nuqteyên herî girîng in ku di rûniştinên komxebatê de li ser hatine lihevkirin. Ew nuqte tunekirina rêxistina terorîst û rêgirtina li pêşiya vejandina terorê û hejandina ewlehiya Sûriyê û Rojhilata Navîn û cîhanê aramnac dikin.
-Ji bo tinekirina DIŞIê di aliyê ewlehî, fikirî, çandî, aborî û civakî de divê stratejiyeke hevpar ji aliyê koalîsyonê û civaka navdewletî ve were dayîn.
-Ji bo ku DIŞIê ji nû ve xwe ava neke pêwîste pergala ewlehî li herêmê were xurtkirin. Ji bo ev yek pêk were divê di her qadan de destekdayîn bi Rêveberiya Xweser re were dayîn.
-Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca parastina herêmê û cîhanê ji terorê DIŞIê kedeke mezin da, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên aloziyê de roleke mezin a avakirinê pêk anî. Lê rexmî vê yekê ji sedî 30 ji niştecihên Sûriyê ji diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê re tên dûrxistin, di encamê de bandoreke neynî li doza ewlehî û siyasî kir. Li ser vê esasî divê aliyên navnetewî, hêz û dewletên aktîv, rêveberiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî prosesa diyalogan bikin.
-Bi armanca peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye da ku kaniyên ku DIŞI û rêxistinên tundra avakirine werin zûhakirin. Di vê çarçoveyê de divê netewa demokratîk modêla çareseriyê, projeya aştiyê ye were esas girtin .
-Biryarên Konseya Ewlehiyê yên têkildarî tinekirina DIŞIê werin pêk anîn. Ji bo pêkanîna edaletê divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi hezaran endamên rêxistian DAIŞ‘ê yên girtî û malbatên wan ên di kampên Rêberiya Xweser de werin darizandin. Her wiha divê Koalîsyona Navdewletî desteka madî û lojîstîk bide Rêberiya Xweser ku karibe vê yekê pêk bîne.
-Ji ber sûcên DIŞI‘ê yên der heqê jinan de, ji bo jin karibe azadî û rumeta xwe biparêze pêwîstî bi pergaleke siyasî, hiqûqî û civakî heye ku mafên jin di her qadan de misoger bike.
-Ji ber tundiya rêxistina DIŞIê li ser zarokan divê li zarokan wekî mexdûrên şer werin temaşekirin û ji nû ve werin perwerdekirin û tevlî civakî were kirin, her wiha divê werin parastin û hawirdoreke ewle ji wan re were peydakirin.
-Teqezî li ser ruhaniya olan û nirxên wê yên exlaqî were kirin, divê îslama demokratîk a li hember îslama tundraw were diyarkirin.
-Ji aliyê DIŞIê ve komkujî li ser gelê Kurdî yê Êzidî û jinên Êzidî yên Şengalê hatin meşandin, li ser vê yekê pêwîste Neteweyên Yekbûyî îtîrafê bi vê qirkirinê bike, mafên Kurdên Êzidî yên li Iraqê misoger bikin û rêzê ji bijêra wan re bigire, her wiha divê gelê Êzidî yê resen ji qirkirinên nû re werin parastin.
-Li Efrînê, kiriyarên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî yên ji aliyê komên cîhadîst ên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker ve digirin, berdewama kiriyarên rêxistina DIŞI û Cebhet El-Nusra ye. Li ser vê yekê têkoşîna li hemberî van rêxistinan ji bo parastina herêmê û tevahî cîhanê tiştek girîng e.
-Roja 23‘ê Adarê wekî roja cîhanî ya tinekirina DIŞI‘ê were ragihandin."
anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin