Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Yekem kawrana heciyên Kurdistanê îro diçe Siûdiyeyê

îsal 7 hezar kes diçin hecê
کوردستان TV
100%

Li gor peyvdarê wezareta karûbarên olî Nebez Îsmaîl vê îro çarşem yekem karwana heciyên Kurdistanê ber bi Siûdiyeyê ve birê bikeve.

Nebez Îsmaîl eşkere kir ku tevahiya asankariyên pêwîst bo wergirtina vîze bo heciyên Kurdistanê hatine kirin û îro çarşem yekem karwana  heciyên Kurdistanê ji Hewlêrê ber bi Siûdiyeyê ve birê dikeve.

Îsmaîl eşkere kir ku çûna heciyên Kurdistanê bo Siûdiyeyê heta 15ê Tîrmehê berdewam dibe û îsal bi giştî 7 hezar welatiyên Kurdistanê diçine hecê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.