Nûnerê NY'ê ser avakirina komîteya qanûna bingehîn serdana Sûriyê dike

hewl didin daku destûra bingehîn amade bikin
کوردستان TV
100%

Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen bo danûstandinên ser avakirina komîteya qanûna bingehîn çû Şamê.

Pedersen, dîplomatê çaran yê NY’ê ku bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûrîyê danûstandinan dike.

Wî ji Twitterê ragihand ku ew geşbîn e û hêvî dike ku peyvajoya sîyasî bi pêşde bibe.

Nûnerê NY’ê herwiha da zanîn ku ewê bo bidawîkirina operasyona dijî Îdlibê jî çareseriyekê bibînin.

Rojnameya El Vatan, ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dike, ragihand ku Pedersen dê roja Çaşemê bi karbidestên payabilind yên Sûri re bicive.

Pedersen roja Înê serdana Moskowê kiribû û ji Rûsya bo bidawîbûna tundûtûjîya li Îdlibê piştgirî xwestibû.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.