Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Parlementoya Kurdistanê dengê baweriyê da kabînê

tevahiya wezîran li berdem parlementoyê sonda yasayî xwarin
کوردستان TV
100%

Îro parlementoya Kurdistanê civiya û di civînê de dengdan li ser kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin.

Di destpêka civînê de navên Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û wezîran hate xwendin û pişt re jî yek bi yek dengdan li ser navan hate kirin û yekemcar Serokwezîr dengê baweriyê stend û pişt re jî Cîgirê Serokwezîr û di dawî de jî wezîrên kabîneyê dengê baweriyê stendin.

Piştî dengdanê Serokwezîr û wezîrên kabîneyê yek bi yek li berdem parlementoyê sonda yasayî xwarin û dest bi pîwerdariya xwe ya nû kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.