Piştî merasima wergirtina dengê baweriyê û sond xwarinê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û têde balkêşande ser çend xalên girîng yên bernameya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ava kirina kabîneya nû li gelê Kurdistanê pîroz kir û spasiya xelkê Kurdistanê jî kir ku beşdariya prosesa dengdanê di 30 îlona 2018an de kiribû kir û herwiha rêzdariya xwe jî li hember Serok Barzanî û keda vî diyar kir.
Serokwezîr spasiya kabîneya berê û Serokwezîrê berê û herwiha part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kir.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku yek ji xalên girîng yên bernameya kabîneya nû xizmet kirina xelkê Kurdistanê ye û em hewl didin xizmetgozariyeke baş pêşkêşî xelk bikin.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku astengiyên gelek mezin jî hene û ev astengiyên han jî bi şev û rojek nayên çareserkirin lê belê hewldanên me bo çareser kirina wan jî zêdetir dibin.
Barzanî anî ziman ku yekem erkê me yê sereke şerê dijî gendelî dibe û em weke kabîneya nû bi her awayî hewl didin daku gendelî nehêlin û bi ti awayî rê bi gendelî û gendelkaran nadin û ti gendelkarek jî nikare xwe ji qanûnê veşêre.
Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku pêk anîna reforman xaleke din ya girîng a bernameya kabîneyê ye û ti wezîrek jî nikare ji derveya bernameya hikûmetê tevbigere.
Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serokwezîr diyar kir ku li gel aliyên têkildar li Bexdayê hewl bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê didin û bo diyar kirina niyazpakiya me jî vê piştî çend rojan weke Serokwezîr serdana Bexdayê dikim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin