Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Jiber topbarana rejîma Îranê kiçeke Kurd canê xwe ji dest da

jiber topbarana Îranê welatiyek canê xwe ji dest da
کوردستان TV
100%

Îro danê nîvroyê topxaneyên ser bi rejîma Îranê bi tundî çend deverên ser bi Hac Omeranê toparan kir.

Li gor zaniyariyên ku peymanêrê Kurdistantvê yê li devera Hac Omeranê dane, topbaran kirin seat 12 nîvro destpê kiriye û heta dema amade kirina vê nûçeyên jî dom dike.

Peyamnêrê me diyar kir ku topxaneyên Îranê gundên Dêrê, Dostana, Dasinê, Telan, zozanên Berbizinê û çend navçeyên din yên ser bi Hac Omeran û Sîdekanê bi tundî bordiman kiriye.

Di encama topbarana han de kiçek bi navê Zaytûn Qadir canê xwe ji dest daye û du birayên vê jî bi navên Yûsif û Îsmaîl Qadir jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku jiber topbaranê agireke gelek mezin bi bax, bistan û daristanên deverê jî ketiye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.