Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Serokê herêma Kurdistanê li gel Macron civiya

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê kirin
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Koşka Elysee, amaje bi wê yekê kir hevdîtina wan gelek serkeftî derbas bûye û diyar kir ku wan Macron bo Herêma Kurdistanê vexwendine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî îro serdana Fransayê kir û li Koşka  Elysee ya li Parîsê, li gel Serokomarê wî welatî Emmanuel Macron hevdîtinek pêk anî.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Navxwe yê Berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û  Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemêrî di şanda li gel Nêçîrvan Barzanî de cih girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina li gel Macron, got ku wan hevdîtinek serkeftî encam dan.

Nêçîrvan Barzanî got, “Serok Macron piştî referandûmê di vekirina rêyên dîplomatîk ên li pêşiya Herêma Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Ew li gor wê demê gaveke gelekî mezin bû. Bi saya wan hewldanan di hin kêşeyên li gel Bexdayê me rêyên çareseriyê dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir piştî ku weke Serokê Herêma kurdistanê hat hilbijartin, ji aliyê Koşka Elyseeyê ve hat vexwendin û got, “Ji bo alîkariya wan a di çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê û piştevaniya di şerê li dijî DIŞIê û alîkariya bo awareyên li Kurdistanê, me careke din sipasiyên xwe pêşkêşî Serok Macron û Hikûmeta Fransayê kir. Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî hatin gotûbêjkirin û me biryar da ku têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de bên bihêzkirin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.