Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:50

Wezîrê Derve yê Tirkiyê pîrozbayî li Mesrûr Barzanî kir

hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî xwestiye
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û herwiha wergirtina dengê baweriyê li parlementoya Kurdistanê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglû pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Mevlûd Çavuşoglû di peywendiyeke telefonî de li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhê bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî bi 88 dengan weke Serokwezîr û Qubad Talebanî jî bi 73 dengan weke Cîgirê Serokwezîr hatin hilbijartin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.