Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:50

PAK û PAKurd pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kirin

dibêjin baweriya me bi Mesrûr Barzanî temame
کوردستان TV
100%

 

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik bi minasebeta bawerîdana Parlementoya Kurdistanê bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Di wê peyamê da pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya wî hatiye kirin.

Îro çarşemê 10.07.2019an Serokê PAKê Mustefa Ozçelik peyameka pîrozbahiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir. Di wê peyamê da wiha hatiye gotin: “Em serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û hemû wezîrên rêzdar yên hikûmeta nû piroz dikin, serkeftinê ji cenabê wan re dixwazin. Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke hesas de dest bi wazîfeyê dike. Lihevkirina PDK, YNK û Goranê, ku her sê partîyên mezinin û beşdarîya nûnerên Asuri-Keldanîyan û Tirkmenan ya di hîkûmeta nû de, nîşana îradeyeke xurt, netewî û niştimanî ye.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da amaje bi wê yekê hatiye kirin ku damezrandina hikûmeta nû nîşana berdewamîya demokrasîyê ye, nîşana lêxwedî derketina destkeftinên li Başûrê Kurdistanê ye.

PAKURDê peyama pîrozbahiyê bo Mesrûr Barzanî belav kir

Serokê Partiyê Kurdistanî peyama pîrozbahiyê bo Mesrûr Barzanî belav kir.Di wê peyamê da hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat xwestin.

Îro 10-07-2019an Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl bi minasebeta avabûna hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê ku Mesrûr Barzanî serokatiyê wê bike peyameka pîrozbahiyê belav kir.  

Di daxuyaniyê da pîrozbahî li Mesrûr Barzanî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Îro Parlamentoya Kurdistanê bawerî da cenabê te û hikûmeta nehemîn a Herêma Kurdistanê. Em bi vê biryarê kêfxweş û bextewar in. Wek serokwezîrê hikûmetê cenabê te û wezîrên qabîneyê pîroz dikim. Di xebatan we yên perwerdehî, edalet, gihandin, asayîş û dirûstkirina ekonomiyê da ji bo we hemiyan serkeftine dixwazim.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.