Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Topbarana Îranê dîsa destpê kir

duhê jî di encama topbarana Îranê de welatiye canê xwe ji dest dabû
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê topxaneyên rejîma Îranê dîsa dest bi topbaran kirina deverên sînorî yên Kurdistanê kirin.

Li gor zaniyariyên ku ji peyamnêrê Kurdistantvê gehane me, topxaneyên Îranê îro hin deverên ser bi Hac Omeranê bi tundî topbaran kirine.

Li gor zaniyariyan topbaran di seat 9ê sibê de destpê kiriye û demeke dirêj dom kiriye.

Di encama topbarana han de agir bi bex, bistin û daristanên wan deveran ketine.

Hêjayê gotinê ye ku duhê Îran devera Sîdekan jî topbaran kiribû û welatiyek canê xwe ji dest dabû û 2 welatiyên din jî birîndar bibûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.