Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê zilm û zordariya xwe bê navber didomînin. Li navçeyên Mabeta, Şera û Cindirêsê di van du rojên dawîn de 10 welatî hatin revandin.
Li gorî nûçeyeke anhayê duh û pêr li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê çeteyan bi ser malên welatiyên Kurd de girt û 10 welatî revandin.
Di 11’ê Tîrmehê de artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Mabeta li gundê Mamila bi ser malên Kurdan de girt û 3 kes revandin, kesên ku hatine revandin; Cemîl Rifat Cafer, Xelîl Simahîl Hakîm û Zehnî Îbrahim Zehinî.
Dîsa di 11’êTîrmehê de artêşa Tirk li navçeya Mabeta li gundê Mîrkan bi ser malên Kurdan de girt û li vî gûndî 2 kes revandin, kesên ku hatin revandin; Mistefa Hisên Yasîn û Tahîr Abdu Nasan, ev her du welatî ji aliyê çeteyên Cebhet El-Şamî ve hatin revandin.
Di 12’ê Tîrmehê (duh) de artêşa Tirk li navçeya Cindirêsê li gundê Remadîyê 2 welatiyên Kurd revandin, kesên ku hatin revandin; Kemal Salha Reşîd û Nûrî Reşîd, ev her du welatiyên Kurd ji aliyê koma bi navê Şirta Asker ve hatin revandin.
Herwiha duh artêşa Tirk û çeteyên wê bi ser gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera de girt û li vî gûndî 3 welatiyên Kurd revandin. Kesên ku hatin revandin; Hanîf Fehmî Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahim Îbrahim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin