Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 12:51

Serok Barzanî: Kêşeya Kerkûkê ne kêşeya navbera du partiyan de ye

dibêje lazime her kes rêz ji encaman bigire
serok barzani
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî derbarê rewşa dawî û pêşhatên heyîn yên li Kerkûkê de peyamek bo raya giştî pêşkêş kir û dibêje kêşeya Kerkûkê ne kêşeya navbera du partiyên siyasî de ye.

Ev jî naveroka peyama Serok Barzanî ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kêşeya Kerkûkê ne tenê kêşeyeke siyasî ya di navbera dû partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyen de ye. Di rastiyê da kêşeya Kerkûk babetekî dîrokî, siyasî,  kevnar û di heman demî de jî pir alî û mezine.

Bi sedema wê rewşa neasayiya li ser Kerkûkê da hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa ewlekarî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û herwiha çareserkirina kêşeyan bigiştî, em li gel vê yekê dene ku rêkkeftin û hemfikirî ya aliyên Kurdî hebe jiber ku ev yek pêngaveke gelek girînge.

Li gel vê yekê jî pêwîste kêşeyên Kerkûkê bi parêzger ve jî di destpêkê di navbera Hewlêr û Bexda bê çareserkirin. Her encamek jî ku hebê divê cihê rizamendiya hemû pêkhatên Kerkûkê bê.

Niha rewşeke erênî di peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û eve jî derfetekî gelek başe ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên emnî û îdariyên Kerkûkê jî çareser bibê û li çarçêweya destûr da Kerkûk vegerê ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye nabê berdewam bê.

Niha û berê jî raya me wiha bûye ku li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakîn û divê Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikarin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê da li gel hevdû bijîn.

Mesûd Barzanî

13.07.2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.