Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 15:16

Serokwezîr li gel şandeke balyozxaneya Tirkiyeyê civiya

daxwaz kir ku Tirkiye kêşe bo welatiyên Kurdistanê çê neke
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê bi Serokatiya balyoz Fatih Yildiz kir.

Di civînê de ku Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karacay jî tê de beşdar bû, balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê bo kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê xwest û got: Hêvî dikin ku dest bikar kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bibe destpêka pêvajoyeke nû ya xweşgozeranî bo xelkê Kurdistanê û têkiliyên navbera Kurdistan li gel Îraq û Tirkiyeyê zêdetir pêş bikevin.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û anî ziman ku hêvî dike têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî di warê abûrî de berdewam û bihêztir bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa girîngiya pir reng kirina abûriya Kurdistanê kir û eşkere kir ku dixwazên abûriya Kurdistanê pir reng bikin bi awayek ku girîngî bi çandiniyê, pîşesazî û torîzmê were dayîn daku çavkaniya dahata Kurdistanê bi tenê yek çavkanî nebe.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Derfetên goncawtir bo hêlbirênerên navxweyî û biyanî dabîn dikin.

Barzanî di beşeke din ya civînê de dilgiraniyên xwe li hember vê yekê ku xelkê medenî li deverên sînorî jiber pevçûnan dibin qurbanî diyar kir û daxwaz kir her kes rêz ji serweriya Kurdistanê bigre û nebe sedema zirar gehandinê bi xelkê Kurdistanê.

Barzanî herwiha daxwaz kir daku Tirkiye asankariyên zêdetir pêşkêşî welatiyên Kurdistayên yên ku dixwazên serdana Tirkiyeyê bikin, bike û li balefirxaneyên Tirkiyeyê welatiyên Kurdistanê rastî kêşe û arîşeyan neyên kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.