Erbil 38°C Tuesday 16 Sep 01:19

Li herêma Babê 7 çete hatin kuştin

çend çeteyên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

 

Hêzên Rizgariya Efrîn ragihandin ku hêzên wan li gundê Hizwanê yê Babê çalakiyek li dijî bargehên çeteyan li dar xist di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) der barê çalakiyê de daxuyaniyek niviskî weşand.

Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye; Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiyek hêzên wan bê navber li dijî leşker û terorîstên girêdayî dewleta Tirk ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîn in.

Di dîroka 12ê Tîrmehê de hêzên me li gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê çalakiyeke li dijî baregeh û stargehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk li dar xistin. Di encama çalakî û pêvçûnên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû da, 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me dest danîn li ser dûrbînekî şevê ya artêşa Tirk a dagirker, çekek AK-47 kalaşnikof û telefonekî çeteyan.

Çeteyên ku hatine kuştin endamên van koma ne: koma çete ya Sultan Murad, Tevgera Ehrar El Şam û El Cebha El Şamiyê."

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.