Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd yên ku hêzên ewlekarî yên rejîmê dabûn pey wan rastî bûyerekê hatine û canê xwe ji dest dane.
Jêder behsa vê yekê kirin ku navê yek ji wan welatiyên ku canê xwe ji dest daye Hesen Resûlzadeye û nasnameya welatiyê din hîn jî nehatiye eşkerekirin.
Jêder diyar kirin ku bûyer li ser rêya navbera Sine û Seqizê de qewmiye û hêzên rejîmê xwestine ew her du welatî binçav bikin lêbelê her du welatî jî xwestine xwe rizgar bikin lê tirimbîla wan rastî bûyereke tirafîkê hatiye û di encam de canê xwe ji dest dane.He
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin