Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 15:14

Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya

hemahengiya navbera her du aliyan zêdetir dibe
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya Brîtanî kir ku ji her yek ji Şêwirmendê wezareta berevanî ya bo karûbarên Rojhilata Navîn Sir John Lorimer, balyozê Brîtanyayê yê li Bexda û Kosulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê kir.

Di destpêka civînê de şanda mêwan jiber destbikar kirina Mesrûr Barzanî weke Serokwezîr, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û pişt re serdana duhê ya şanda Kurdistanî bo Bexdayê bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser girîngiya domandina hevkarî û hemahengiya navbera Brîtanya û Kurdistanê di her warî de hate kirin.

Di civînê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya şanda mêwan kir û anî ziman ku di demeke  nêz de komîteyên têkildar yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo rê xweş kirin bo çareser kirina kêşeyên heyî dest bi diyalogê dikin.

Di dawiya civînê de behsa girîngiya hemahengiya navbera tevahiya aliyan ya bo rûbirû bûna lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Îraqê hate kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.